Adnan Karim

Azîzekem (Orkêstirî Fîlarmonîkî Mukiryan)

By: Adnan Karim
Dialect: Sorani
1660
Meqamî yekem:
Be qurban xakî rengînî mukiryan û mehabadî
Derom û her ewîndarim be şarî şî’ir û azadî
Mehabade qelay cwanî hewargey şî’ir û goranî
Le mêjûy nîştimanmida tiruskey dê çirakanî

Şerit bê gulî kes azîzekem nakem be bowe
Ta gulim bo dê azîzekem le xizmet towe
Eger bebê to azîzekem şadîm le dil bê
’umrî cwanîm ey hawar awêtey gil bê

Meqamî duwem:
Derdî dûrî derdî dûrî kuştimî
Derdî huşyarî û sebûrî kuştimî
Yadî yaranî wilatim roj û şew
Lêy heram kirdim qerar û xurd û xew
Xemrewênêk lêre min nakem be dî
Çon pena bo mey nebem saqî edî
Nabînim xak û wilat û şarî xom
Nabînim nasyaw û dost û yarî xom
Rû le her layek dekem namoye bom
Nabînim cêjwan û kewnelanî xom

Çawit estêre azîzekem rû le ko deka
Ew dilem weswesey ey hawar diley to deka
Ew dilem weswesey ey hawar balay to deka
Deştî pişt qela azîzekem razawe be gul
Her tom xoş dewê ey hawar be gyan û be dil
Honrawey meqamî yekem: mamosta şerîf
Honrawey meqamî duwem: hêmin mukiryanî
Raberî orkêstir: kawe feqîzade
Nardinî deq: aso pîrî