Kurdistan ey nîştimanim
Hêzî dil aramî giyanim
Cêy serbilindî û şanazî
Ta dil dexwazê dilxiwazî
Mêşkim, hestim, bîrim, jînim
Bo ton giyanî şîrînim
Gulî pişkutûtî bê payîz
Sîs nabî nawerî hergîz
Gulim bo destî dildarit
Çiqlim bo çawî bedkarit
Mêşkim, hestim, bîrim, jînim
Bo ton giyanî şîrînim
Ta zîndûm her toy mebestim
Xoşim dewêy detperistim
Bişmirim leşî begilbû
Derwênê çend gul û dirû
Mêşkim, hestim, bîrim, jînim
Bo ton gyanî şîrînim