Mistafa Dadar

Kurdistan Ey Nîştimanim

By: Mistafa Dadar
Album: Jin
Dialect: Sorani
7256
Kurdistan ey nîştimanim
Hêzî dil aramî gyanim
Cêy serbilindî û şanazî
Ta dil dexwazê dilxiwazî
Mêşkim, hestim, bîrim, jînim
Bo ton gyanî şîrînim

Gulî pişkutûy bê payîz
Sîs nabî nawerî hergîz
Gulim bo destî dildarit
Çiqilim bo çawî bedkarit
Mêşkim, hestim, bîrim, jînim
Bo ton gyanî şîrînim

Ta zîndûm her toy mebestim
Xoşim dewêy detperistim
Bişmirim leşî beglibû
Derwênê çend gul û dirû
Mêşkim, hestim, bîrim, jînim
Bo ton gyanî şîrînim
Honrawe: Hejar Mukiryanî