Celal Seîd Awatî Ame Qerec

Hestin Ba Biçîne Dawetê

Bi dengê: Celal Seîd û Awatî Ame Qerec
Diyalekt: Soranî
291
Çawit estêrey şewê helyan dênî le xewê
Le min û le gulekey mêrdit kammanit zor xoş dewê
Baskitim bo bike be serîn becût xewman lê bikewê

Erê lelay xelkî behare kiçê lay min xezelwerêne
Lelay xelkî behar lay min xezelwerêne
Zulfî rija rûy kulmey çen ciwan û dilrifêne
Ew dilem be dayim degrî firmêsk helwerêne
Ca leber ew daykey demirim kiçê ew kiçey *???

Erê hewrî kilokiloye memkit narincî Xoye
Singit baxî Şinoye
De were nîşanit demê gwaret le gwê sê goye
De were bimderê maçê wek birîncî emberboye

Kejal ewro behare heste biçîne seyranê
Dû bazin peryan*??? degirin le nêwanî asmanê
Emin dayik û babim nîye kiçê lêm becê mawe ciwanê
Emin dayik û babim nîye lêm becê mawe ciwanê

Erê delêm be zimanî alim wek mecnûn boy ewalim
Delêm be zimanî alim wek mecnûn boy ewalim
Bûm be sûke derwêşê ew kiçe bê be helalim
Debme sûke derwêşê ew kiçe bê be helalim

Erê ke to ruhmit nemawe kiçê dil desûtê wek qawe
Ke to ruhmit nemawe dil desûtê wek qawe
Kafirî bê dîn û îman bo kêt min we la nawe
Hewt salan yarî min bûy kiçê boçî netkird malawa
Hewt salan yarî min bûy boçî netkird malawa
Hestin ba biroyn bo dawet dey bo dawet dawet germe û xomane
Şayî û govend çen xoşe le gerekî xomane

Erê kak Celal rawestaye her çonê delê waye
Bexwa bilê mast reşe îlac nîye delêm waye
Herçîyek bilê kak Celal min serim lerêdaye
Bexwa bilê mast reşe îlac nîye delêm waye

Erê nemrî çonî dezanî kiçê *??? Elmanî
Nemrî çonî dezanî *??? Elmanî
Leber xatirî kak Kemal awedan bê Sileymanî
Kak Awat bexêr hatî her to derdim dezanî
Kak Awat to bexêr bêy çon le qanûn dezanî
Hestin ba biroyn bo dawet dawet germe xudaye
Şewgayî*??? we dawet xoşe leber derkî qelaye
aşiqim bûm bew lêwale dey be dû çawî Leylaye

*???= ew wişaneman bo sax nebuwetewe, tikaye eger deyzanin le beşî "raportî hele" bomanî binûsin
Sipas