Jalal Said Awati Ama Qaraj

Hestin Ba Biçîne Dawetê

By: Jalal Said and Awati Ama Qaraj
Dialect: Sorani
557
Çawit estêrey şewê helyan dênî le xewê
Le min û le gulekey mêrdit kammanit zor xoş dewê
Baskitim bo bike be serîn becût xewman lê bikewê

Erê lelay xelkî behare kiçê lay min xezelwerêne
Lelay xelkî behar lay min xezelwerêne
Zulfî rija rûy kulmey çen cwan û dilrifêne
Ew dilem be daym degrî firmêsk helwerêne
Ca leber ew daykey demirim kiçê ew kiçey lê buwe be wêne

Erê hewrî kilokloye memkit narincî xoye
Singit baxî şinoye
De were nîşanit demê gwaret le gwê sê goye
De were bimderê maçê wek birîncî ’emberboye

Kejal ewro behare heste biçîne seyranê
Dû bazin peryan*??? degirin le nêwanî asmanê
Emin dayk û babim nîye kiçê lêm becê mawe cwanê
Emin dayk û babim nîye lêm becê mawe cwanê

Erê delêm be zimanî alim wek mecnûn boy ’ewalim
Delêm be zimanî alim wek mecnûn boy ’ewalim
Bûm be sûke derwêşê ew kiçe bê be helalim
Debme sûke derwêşê ew kiçe bê be helalim

Erê ke to ruhimit nemawe kiçê dil desûtê wek qawe
Ke to ruhimit nemawe dil desûtê wek qawe
Kafrî bê dîn û îman bo kêt min we la nawe
Hewt salan yarî min bûy kiçê boçî netkird mal’awa
Hewt salan yarî min bûy boçî netkird mal’awa
Hestin ba biroyn bo dawet dey bo dawet dawet germe û xomane
Şayî û govend çen xoşe le gerekî xomane

Erê kak celal rawestaye her çonê delê waye
Bexwa bilê mast reşe ’îlac nîye delêm waye
Herçîyek bilê kak celal min serim lerêdaye
Bexwa bilê mast reşe ’îlac nîye delêm waye

Erê nemrî çonî dezanî kiçê *??? elmanî
Nemrî çonî dezanî *??? elmanî
Leber xatrî kak kemal awedan bê sileymanî
Kak awat bexêr hatî her to derdim dezanî
Kak awat to bexêr bêy çon le qanûn dezanî
Hestin ba biroyn bo dawet dawet germe xudaye
Şewgayî*??? we dawet xoşe leber derkî qelaye
’aşiqim bûm bew lêwe’ale dey be dû çawî leylaye

*???= ew wişaneman bo sax nebuwetewe, tikaye eger deyzanin le beşî "raportî hele" bomanî binûsin
Sipas