Deba xemman xemî xak bê û xemî xakman leser çaw bê
Deba gyanî beyekbûnman wekû sêber leber çaw bê
Deba hemuwan qetarê bîn le pol melî xoşewîstî
Xakperist bîn gulperist bîn şîrîntire le xowîstî
Deba dilî kur û kalman be nîştîman aşt keynewe
Temî kêwî ramanî dilî le naw dilyan bisrînewe
Deba xemman xemî xak bê û xemî xakman leser çaw bê
Deba gyanî beyekbûnman wekû sêber leber çaw bê
Deba dengî bangî baban sablaxî şîn be nwêj bênê
Bizey qelay hewlêrekem mardînî tar be nûr bênê
Deba şîle û gezoy ’aşiq birjêtewe dilî dilman
Ewînî xak bigrêtewe pencerey dil wekû lewlaw
Deba hemuwan xakperist bîn xak be awda nedeynewe
Ke lêman royî be qernê tir be tozî pay nageynewe
Deba xemman xemî xak bê û xemî xakman leser çaw bê
Deba gyanî beyekbûnman wekû sêber leber çaw bê