Burhan Majid

Xemî Xak

By: Burhan Majid
Dialect: Sorani
536
Deba xemman xemî xak bê û xemî xakman leser çaw bê
Deba gyanî beyekbûnman wekû sêber leber çaw bê
Deba hemuwan qetarê bîn le pol melî xoşewîstî
Xakperist bîn gulperist bîn şîrîntire le xowîstî
Deba dilî kur û kalman be nîştîman aşt keynewe
Temî kêwî ramanî dil le naw dilyan bisrînewe
Deba xemman xemî xak bê û xemî xakman leser çaw bê
Deba gyanî beyekbûnman wekû sêber leber çaw bê

Deba dengî bangî baban sablaxî şîn be nwêj bênê
Bizey qelay hewlêrekem mardînî tar be nûr bênê
Deba şîle û gezoy ’eşq birjêtewe dilî dilman
Ewînî xak bigrêtewe pencerey dil wekû lewlaw
Deba hemuwan xakperist bîn xak be awda nedeynewe
Ke lêman royî be qernê tir be tozî pay nageynewe
Deba xemman xemî xak bê û xemî xakman leser çaw bê
Deba gyanî beyekbûnman wekû sêber leber çaw bê