Mihemed Mamlê

Ay Were

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
413
Kes nê bînêrme kin yar bo bas û bo xeberê
Herkes etoy le min kird ey hawar ba wek emnî be serê
Serumalim defroşim nazenîn bo dû çawî gewherê
Ay were gyan were were were nazenînim

Delên lêm zîze lêw’al be kes aşt nabêtewe
Kejal çote seferê du’am bo biken bêtewe
Le xuday dekem telebê ey hawar legelim aşt bêtewe
Ay were gyan were were were nazenînim

Silaw le bejnê barîk bînayî herdû çawim
Xo min be destî yarê dîl û esîr kirawim
Zulifit bote kemendim cwanê gyan be dawî to gîrawim
Xuda bo xoy deyzanê ey hawar le ’îşqitda sûtawim
Ay were gyan were were were nazenînim

Çî bikem xûm pê girto xû ’eqil û hoş û sebirim çû
Hew salan be hewya bûm royî le destim derçû
Zorim cefa bo kêşa ey hawar qet carêk bo min nebû
Bedbextî destî wîme ey hawar em royî û ewîşim çû
Ay were gyan were were were nazenînim