Şêrko Bêkes

Zampêwan

Bi dengê: Şêrko Bêkes
Diyalekt: Soranî
230
Zam pêwan
Dirextê berdewam
Le kurnûş birdinaye bo
Mezarêkî beheybetî
Temen sî saley jêr sayey
Êsta lewê
Le goristanî taleswara
Le bêdengîyekî xwênawîda
Ke mêjûyekî birîndarî têda eziringêtewe
Seday ’eşqêk ebîstirê
Ke ba eyhênê û eyba
Û befir pirûşey tya eka û şe’ir
Le şêwey pepûle û pelkegyay tenyada
Bedem ew sedayewe
Xoyan ra’ejenin û
Le rewezêkî ew berî şar
Şew û roj tewarêk
Le şêwey jinêkî şînpoşa
Hîkayetî ew direxte û
Ew mezare egêrêtewe
Hîkayetê ke her wişeyekî
Estêreyêkî biçûke û
Her risteyekî rêgayekî direwşawey nwêye û
Hemû henaseyekî henasey
Espêkî ramnekirawî hemîşe rû le hewraze
Mezareke û direxteke
Duwaney elmaney daykin
Ewyan nawî dartuwe sûrekey sultanîye û
Emîşyan nawî fu’ad sultanîye
Em çîroke temen sî sale
Em hîkayetî tan û po çinrawe
Be tirîfe û helale
Em ’eşqî aw û azadye
Bo yekemcar
Le berebeyanêkî zîwînî elmanewe destîpêkird
Ew wextey
Le jûrêkî qurînî biçkoley
Pencere nizmî be gulemêxek dapoşrawewe
Giryanî korpeyekî taze le dayk bû
Leser kasewe
Gomî ew berbeyaney şeleqan û
Elmaney le mijdeyekî sewz helkêşa û
Her heman katîş
Keleşêrêkî popne alxiwênîw
Tozê lew latrewe mayînêk zaw
Cwanûyekî sipî kewte ser zewî û
Le asoyşda le sêdrî hewrêkewe
Gulale barî
Kureyan naw na "dil", fu’ad
Fu’ad lew nîştimane biçkoleyey elmaneda
Legel gulî darçiwale çawî pişkût û
Legel kanîda gwêçkey kirayewew û destî mêjûyekî zamdar
Melaşoy heldayewe û
Bay weşt rayjenî û
Le dwayîşda legel bêçuwe pilingêka pêy girt û
Legel bay karesata gewre bû
Ew bo yekemcar
Hejarî û nanî birsî û awî çewsawe
Pirsyaryan la dirust kird
Zulim rayçelekand û rengî perîwî kêlgekan û cûtyarekan û
Balî şikawî balindekan û
Perasûy derperîwî minalan
Peyamêkyan daye destî
Hêşta ew û xunçe le yek ’umra bûn
Ke payîzî ’umrî wilatekey bînî
Hêşta ew û newnemam le yek temena bûn
Ke zirîkey jinanî wilatekey bîst û
Qamçî ser cestey ewanî bînî
Hêşta ew û yekim balefrey kutir
Leyek temena bûn ke xulanewe û
Sûranewey dalekanî ser serî bînî
Îtir ewîş wekû azarî ew xelke balay kird û
Wekû qîjey ax û dax, peyvî rojaney xwênawî û
Mangeşewî derdedarî gundekan û
Dermanî giryawî nizîk balîv
Xem daygirt û
Belam lay ew
Xem bû be tirûske
Jan bû be birûske
Qîjekan bûne sirûd û
Bo hemuwîşyan
Serî xoy kird be rwangew kewte rêga
Kewte kokirdinewey azarekan
Bo ewey hestine ser pê
Serdanî gulegenmekanî ekird
Bo ewey basî minalanî bê şîryan bo bikat
Serdanî cogekanî ekird
Bo ewey pêyan bilê tînuwekan le kwên
Eçû bo lay mamze nexoşekan
Bo ewey pêyan bilên kê dermanekanyan edzê
Hemû rojê eçû bo lay berd
Ta pir be miştî wirey lê wergirê
Hemû rojê ew xerîkî ewe bû
Peyv bigorê be hengaw
Hengaw bika be ezmûn û
Ezmûn bika bew pencaney le nûsîna
Ebin be çaw
Hemû rojê ew xerîkî ewe bû
Zengekanî ceste wirya bikatewe
Şanekanî ceste nwê bikatewe
Ser le nwê jyan dirust katewe
Legel guleberoje bûne hawrê
Bo ewey hergîz xor win nekat
Legel ziryana bûne hawrê
Bo ewey hergîz neçemêtewe
Fu’ad wa bû
Fu’ad xoşe‌wîstî he‌mû male‌ birîndare‌kan bû
Fu’ad xoşe‌wîstî he‌mû balinde‌ xe‌migîne‌kan bû
Xoşe‌wîstî he‌mû masîye‌
Zerd û sûr û cwane‌kan bû
“çunke‌ tore‌kanî lê dûr e‌xistine‌we‌”
Xoşe‌wîstî he‌mû ge‌la û gul û
Daristan û bêşe‌kan bû
Çunke‌ te‌wire‌kanî lê dûr e‌xistine‌we‌
Xoşe‌wîstî he‌mû qe‌le‌me‌ pake‌kan bû
Çunke‌ dirokanî nîşan e‌dan
Diroy minare‌kan
Diroy ’e‌mame‌kan
Diroy cibe‌kan
Fu’ad wa bû
Fu’ad e‌yut: min hî xom nîm
Se‌rim se‌rî şaxane û
De‌sitim de‌sitî baxane û
Qaçim qaçî gundane‌ û
Dilim dilî guldane‌ û
Çawim çawî şarane‌ û
Gwêçke‌m gwêçke‌y he‌qîqe‌t!

Ta ehat te‌wirî rîşdar
Tîjtir e‌buwewe û
Ta ehat azar qultir e‌buwewe û
Birîn pel û پۆێ nwêy ehawîşt û
Le‌milayşe‌we‌ ta ehat
Fu’ad balay be‌riztir e‌buwewe û
He‌nigawî e‌bû be‌ he‌nigawî tîşk û
Re‌nigî be‌ re‌nigî şe‌fe‌q û
Çun lawlawîş le nawqe‌dî
Mêjûy taze‌we‌ e‌ala!
Mêjûy taze‌... mêjûy he‌sitane‌we‌y e‌sipe‌kan bû
He‌sitane‌we‌y kêlge‌kan

He‌sitane‌we‌y taşe‌ be‌ride‌kan û
He‌sitane‌we‌y şe‌qame‌kan û
He‌sitane‌we‌y jine‌kan!
Taran pe‌çe‌y be‌ dire‌xit girte‌we‌
’e‌bay da be‌se‌r awda û
Cibe‌y kirde‌ be‌r cade‌
’e‌mame‌y kirde‌ se‌rî baxçe‌
Be‌zor rîşî be‌ goranî hêşte‌we‌
Kirasî ’aşuray kirde‌ be‌r şî’ir û
Mosîqay bêwe‌jin kird û
Jyanî kird be‌ pirse
Taran be‌ de‌m ke‌se‌we‌ pênake‌nê
Be‌ de‌m me‌rige‌we‌ ne‌bê
E‌û xoşî le‌ hîç nabînê
Le‌ me‌rig ne‌bê
Jinî e‌û kurî e‌û kiçî e‌û
He‌mûyan nawyan he‌r me‌rige û
E‌we‌y le‌wê le‌dayk nabê jyane‌.

Fu’ad sultanî û mosîqa le naw şê’ra
Bûn be çira
Pencey ew û pencey baran
Her yek pencen
Serî ew û serî hetaw
Her yek serin
Qaçî ew û qaçî rêga
Her yek qaçin
Le êsteda
To be astem fu’ad sultanî û rûbarê
Le yektir cwê ekeytewe
Le êsteda
To be astem fu’ad sultanî û azadî
Le yektir cwê ekeytewe
Êste îtir fu’ad sultanî buwe‌ be‌ 'ba'
Le‌ he‌mû şwênêke‌ û le‌ hîç şwênêkîş nîye‌.
Le‌ yek we‌xita le‌ me‌rîwane‌ û le‌ qe‌nidîl.
Le‌ ye‌k we‌xita le‌ cade‌kanî tarana
Pyase‌ le‌ge‌l qe‌sîde‌ye‌kî şamliwa e‌kat û
He‌man satîş le‌be‌ride‌rikey se‌ray silêmanî
Le‌ge‌l 'bêke‌s'da e‌dwêt û
Bo e‌û se‌fe‌rî naw be‌fir û be‌site‌le‌ke‌
Şî’rêkî e‌û we‌ku palto le‌be‌r e‌ka.
Êsta fu’ad sultanî buwe‌ be‌ nan
Çuwete‌ he‌mû malêke‌we‌...
Buwe‌ be‌ aw e‌xurête‌we‌
Buwe‌ be‌ dire‌xit le‌ he‌mû he‌wişe‌ye‌ka
Buwe‌ be‌ pe‌nice‌re‌y he‌mû jûrêk û
Buwe‌ be‌ awêne‌y be‌ride‌mî jinan û
Buwe‌ be‌ me‌mike‌mijî sawayan û
Buwe‌ be‌ hîkaye‌t û
De‌mawde‌m e‌gêrdirête‌we‌
Qe‌le‌m he‌mû wişe‌ cwane‌kanî xoy xoş e‌wê
Be‌lam wişe‌y aza le‌ pêş he‌mûyane‌we‌.
Le‌ mêjûy axoran û bixoranda...
E‌û de‌me‌y be‌ mûy rîş pe‌tî xinkan
Dirust e‌kira û le‌ tarane‌we‌ ta kurdistan dirêj e‌buwe‌we.
We‌ku e‌wisaw û we‌ku îstaş
E‌rizî he‌ram be‌ qe‌di e‌rizî he‌mû wilat bû
Re‌nigî he‌ram le‌ he‌mû re‌nige‌kan toxtir û
Fe‌tway ce‌lide‌ fe‌tway re‌cim
Le‌ gişt pe‌yivêk be‌riztir bû.
Le‌û de‌me‌da bû
Fu’ad hate‌ naw mînrêjî he‌rame‌we‌
Se‌rî azadî jinî kirdibû be‌ mang
Baskî azadî jinî kirdibû be‌ coge‌ û
Me‌mikî jinî kirdibû be‌ çira û
Pirçî jinî kirdibû be‌ pird û
Azarî e‌wanî kirdibû be‌ pe‌yam.
Min qesîdem hêlaney lêye
Bo her balindeyekî kurdistan
Min hergîz lêm nepirsîwin
Êwe lekam asmanewe hatûn
Le rojhelatewe firîwin yan le roj’awawe
Pênasey bakûrtan le baltana helgirtuwe
Ya namey başûr
Le dengitana
Min zamêkî kurdistanîm
Ew xwêney lêm dê
Çireyekî hî rojhelate û
Çireyekî hî roj’awaye û
Tîlmaskêkî hî bakûre û
Tîlmaskêkî hî başûr
Ew xwêney êsteyş leberçawî êwe
Le sînemewe dête xwarê û
Sertapam eka be şefeq û
Em holeyş eka be gulcarî helale
Ewe xwênî fu’ad sultanîye û
Cestey ewe lenaw cestey mina û
Dilî ewe le naw şi’rî mina û
Ewe heman darhenarî qurbanîye
Wa le rohî mina erwê
Êste lewê
Le elmane
Her le nêwan dû awayî
Bisam û kanî’meta
Be şew û roj
Teyrêkî ser û gerdin sûrî
Per û bal sipî dêt û eçê û
Lew beyneda
Bedem firînî nizmewe goranîyek bo
Minalanî hejar û xunçey sawa û
Awî cogeley xemgîn û
Qulîney betalî nan û
Goranîyek bo hetawî *???? naw zîndan û
Goranyek bo nimenmey xemanî jinan delê
Ew berdewam legelmane
Demê nûkî qelemmane û
Demêkîtir wa le tabloy berdemmana
Rojêkîtir eçête naw goldane û
Carêkîtir leber pencerey jûrewe
Letekmana ra’ewestê û
Le nêwanî rêzerêzey baranewe xeyalêke û dûr erwanê
Leher kwê bîn ew lewêye
Le awêneda ke seyrî xoman ekey
Ewîş dête piştiman û ra’ewstê û seyrman eka û pê’ekenê
Wextê ke çepkegul ekrîn ew
Hemîşe gulêkyane
Le têvêda hemîşe ew le azarî naw dinyada ebînîn û ew kenalêkî bo nîye û
Le gişt kenalêkî cwanî çawa
Wêney dyare
Wextê eçîne derewe desî minalekan egrîn
Ew yan buwe be nuqlî naw gîrfanyan û
Ya xo buwe bew cadeyey dirêj dirêj ebêtewe
Berew kazîwey zêwînî ayendeyan
Winman naka û winî nake‌yin
Le‌ he‌r kwê bîn e‌û dê û de‌mandozête‌we‌...
E‌ge‌r biçîne‌ malêkî se‌qize‌we‌
Le‌ ne‌xişe‌kanî mafûrî se‌r dîwara
Bote‌ şahoye‌k û e‌firê.
E‌ge‌r biçîne‌ konsêrtê

Xoy e‌gorê‌ be‌ ke‌mançe‌ û
Be‌ şimşal û yaxud buwe‌
Be‌ maykirofon e‌manbînê û e‌mandiwênê.
E‌ge‌r biroyn
Dûr dûr biroyn.
He‌r lêre‌we‌ he‌ta oqyanûsî aram
Le‌ pirêka we‌kû ne‌wire‌sêkî ’aşiq
Pe‌yida e‌bê û
Be‌ de‌wirî se‌rida xul e‌xwa û
Bal he‌li’e‌birê bo silaw û
Le‌ dwayîda nizim nizim tê’e‌pe‌rê!
Ge‌r biçîne‌ naw birîne‌ re‌şe‌kanî
Ke‌rikûke‌we‌
E‌û e‌bînîn le‌ taqêkda
Yan de‌rimane‌ bo sûtan û
Yaxud buwe‌ be‌ se‌rînî
Jine‌ ne‌xoşêkî e‌wê!
Winman naka û winî nakeyn
Le her kwêyekî dinya bîn
Le loçî her zemanêka
Ew ebînîn
Min beserdan çûm bo dartûr
Lewê lenaw qaqrêkî birsêtîya
Lewê le naw serma û soley bêkesîya
Dû car bînîm
Yekem caryan xoy kirdibû be parûyek
Le naw destî biçkolaney minalêka û
Carî dûhem xoy kirdibû
Be betanîy kirmolebûy jêr dewarêk
E‌m rojane‌yiş min e‌yibînim
Zor e‌yibînim, le‌ cade‌kanî tarana
Le‌naw apûre‌y zamana
Xoy kirduwe‌ be‌ tîlmaskê
Le‌ qumaşî nawçe‌wanî şore‌jinê‌ û
Yaxud le‌ ge‌rûy şe‌qama
Buwe‌ be‌ balî hawarê.
Min e‌yibînim he‌mû rojê min e‌yibînim
Lêre‌ bê yan le‌ he‌r şwênê
Be‌ be‌yanyan de‌sitî çe‌pî rojname‌ye‌ û
Be‌ nîwe‌ڕۆان ze‌nigol ze‌nigolî
Are‌qe‌y nawçe‌wanî kirêkare‌ û
Be‌ êwaran ze‌ride‌y ze‌ride‌xe‌ne‌y male‌ û
Le‌ şe‌wîşa min e‌yibînim
Le‌se‌r tiropkî awye‌r
Mange‌şe‌wî xoşe‌wîstî û
Darjanî tirîfe‌ye‌!
Îste‌ le‌wê le‌ goristanî “tale‌swar”y e‌limane‌
Şatûye‌kî sûr buwe‌ be‌ hîkaye‌tixiwanî
Şe‌wane‌y e‌û de‌ve‌re‌ û he‌mû şe‌wê be‌şêk
Le‌ dastane‌ke‌y 'fu’ad sultanî' e‌gêrête‌we‌ û
Be‌lam dastan te‌waw nabê.
Qise‌y e‌û he‌mû
Ge‌laye‌ pe‌yivî e‌û he‌mû gijugyaye‌ te‌waw
E‌bê û we‌lê qise‌y birîne‌kanî ce‌site‌y e‌û
Dwayî naye‌!
Îste le‌wê
E‌û şatuwe‌ sî liqî xoy
E‌ka be‌ sî şe‌m û le‌ yadî
Fu’ad sultanîya ye‌ke‌ ye‌ke‌
Be‌ pe‌nice‌kanî sî ge‌la dayan e‌gîrsênê.
Îste‌ş ême‌ lêre‌
Sî awêne‌, sî încane‌, sî minal,
Sî kanîy, sî kotir, sî he‌lale‌,
Sî şe’ir le‌ be‌ride‌mî gulale‌yî e‌m
Yade‌da rîz e‌ke‌yin û le‌û kate‌da kurdistanîş
Be‌ rank û çoxe‌ye‌kî sûre‌we‌ dêt‌ û sî car
Te‌wêlî rûnakî fu’ad sultanî maç e‌kat û
Le‌ dwayîşa he‌r he‌mûman le‌ sî rîza
Pêke‌we‌ e‌çîne‌we‌ bo e‌limane‌ s le‌wê be‌ de‌m
He‌yiranêkî barêze‌we‌ bawe‌ş e‌ke‌yin
Be‌ şatuwe‌ke‌y sultanîda!

Sile‌yimanî
23/ 6/ 2009 pe‌xişan