Tahîr Tofîq

Meqamî Axe Gyan To Xot Deçî Bo Şar

Bi dengê: Tahîr Tofîq
Diyalekt: Soranî
199
Axe gyan! to xot deçî bo şar û min lem xurbete
Zehmete yaran xelasîm bê le des em furxete*

Her kesê şehdî wîsal û zehrî dûrî çêjtibê
Ew dezanê derdî dûrî çend giran û zehmete

Dê be taw eşkî dû çawim her wekû decle û furat
Mezre’ey xem sewz û dil têrawe wek em dû şete*
Ta esîrî dawî tom rehmê be halim tuxwa
Mudeyêkî tir le destit radebûrim, derfete

Dil emanet bû le lat êstê ke wa haşa dekey
Werne seyrî em kafirbeçey bê mirwete*
Cennete cêm çunke em şoxe be naheq kujtimî
Hênd şerîf û pake hetta kujtinîşî rehmete

Dê be taw eşkî dû çawim her wekû decle û furat
Mezre’ey xem sewz û dil têrawe wek em dû şete*
Ta esîrî dawî tom rehmê be halim tuxuda
Mudeyêkî tir le destit radebûrim, fursete

Cennete cêm çunke em şoxe be naheq kujtimî
Hênd şerîf û pake hetta kujtinîşî rehmete
Rû le qîbley mistefa nakem delê kurdî
Heta taqî mîhrabî biroy derxa le ’alem em* bute
Honrawe: kurdî
*= le honrawey şa’îrda "bimênim min le paş em fîrqete" û "zire’ey xem sewz û têrawe leber em dû şete" û "ey musulmanîne! werne seyrî em bê mirwete" û "ew" hatuwe.