Perwîn Moşîrwezîrî

Mang û Zerya

Bi dengê: Perwîn Moşîrwezîrî
Diyalekt: Soranî
406
Zûtir, zûtir
Em mange ne! Mangêkîtir hebû, ciwantir
Demuçawî êgcar geştir
Aw şêtî bû aw şeyday bû
Hemû şewê le kenarda ehat, eçû be temay bû
Belam mang lew lûtela bû
Zerya wîstî be fêl bîgrê
Şepol herçend xoy helbirî
Demî negeyişte rûmetî
Mang be enqest nazî ekird
Bo çawşarkê le jêr çuxmekanî hewra xoy win ekird
Heta carê be seferê mang koçî kird bo biyaban
Ta çend şewê nehatewe
Ke hatewe
Teputoz û xolî qaqir le demuçawî nîştibû
Trîfey qijî xolawî, poşakî zîwînî berî
Gerd lê nîştû
Ew katey mang gerayewe aw nûstibû
Mang biryarî da xoy bişwa
Be pelepel cilekanî berî dakend
Ruwew zerya hengawî niya
Şileja bû
Mang pêy le ser berdê dana
Berd zor lûs bû
Şilpeyêk hat
Mang xilîska
Mang nuqim bû
Zerya wek şêt û har hesta
Bo mang gera
Serî kird û xwarî kird û destî be naw binya gêra
Her çuwe ser, her hate xwar
Mang her nebû
Lew şewewe helçûn û daçûnî zerya ledaykbû...