Zûtir, zûtirEm mange ne! Mangêkîtir hebû, ciwantirDemuçawî êgcar geştirAw şêtî bû aw şeyday bûHemû şewê le kenarda ehat, eçû be temay bûBelam mang lew lûtela bûZerya wîstî be fêl bîgrêŞepol herçend xoy helbirîDemî negeyişte rûmetîMang be enqest nazî ekirdBo çawşarkê le jêr çuxmekanî hewra xoy win ekirdHeta carê be seferê mang koçî kird bo biyabanTa çend şewê nehateweKe hateweTeputoz û xolî qaqir le demuçawî nîştibûTrîfey qijî xolawî, poşakî zîwînî berîGerd lê nîştûEw katey mang gerayewe aw nûstibûMang biryarî da xoy bişwaBe pelepel cilekanî berî dakendRuwew zerya hengawî niyaŞileja bûMang pêy le ser berdê danaBerd zor lûs bûŞilpeyêk hatMang xilîskaMang nuqim bûZerya wek şêt û har hestaBo mang geraSerî kird û xwarî kird û destî be naw binya gêraHer çuwe ser, her hate xwarMang her nebûLew şewewe helçûn û daçûnî zerya ledaykbû...