Ezîz Şarox

Qetarî Derwêş ’ebdulla Û Bestey Şwan

Bi dengê: Ezîz Şarox
Diyalekt: Soranî
10
Be rengî zerd û şêwey dest û şimşalî kiza, derwêş!
Hezim kird besteyêk bibyem seraser huzin û matem bê
Le sîmata bedîm kird hey kelêkî ’umrî hesretkêş
Weha dyare ke bextit aşyanî bulbulî xem bê!

Belê, dyare, le naw qewmî besîta qedrî sin’etkar
Wekû ’eksî qemer waye le naw hewzêkî lîxnida
Belam textî rufah û tacî hurmet mîlletî huşyar
Be ustadê eda wek to le naw şimşalî kun kunda

Belam çî bikeyn le nawçawî [reşî] be’zê zekay gewre
Wekû towî gulî dem ba leser berdêkî req erwên
Eger xîlqet nesîbî ’umrî toy mehkûmî em dewre nekirdaye
Xuda ’alim, le kam ’erişt esû dawên?!

Ne herfî mektebêkit xwênd, ne ustadê pelî girtî
Sîrf berzîy zeka em sin’etey fêr kird be şimşalit
Hemû weznêkî goranî, le tûlanî heta kurtî
Be serpencey huner kirdit be dîlî koşşî zalit!

Ewendem bîst le mosîqa xiroşî rohî bêgane
Mîzacî kurdewarîm têkçuwe, derwêş ’ebdulla
Dexîlit bim desa bew lawik û ay ay û heyrane
Şepolî zewqî mîllî pir derûnî mat û çolim ke!
Le bîthovin gelê zyatir be rohim aşnay, wella
De ey derwêş sikalayêk legel rohî kilolim ke!

Mamey* şwanî derbeder kurdî ferencî leber
Xunçey dilim bê awe hanam bo to hênawe
Ne xurey awî kanî ne bax û nexmekanî
Ne dîmenî beharan ne balindey kosaran
Mawêke mestim naken parawî hestim naken
Diltengim zor xemînim peşêwî koçî jînim

Minalî be xembarî lawî be çawenwarî
Mang û salî jyanim key hat û çû nazanim
Mamey* şwanî derbeder kurdî ferencî leber
Xunçey dilim bê awe hanam bo to hênawe
Satê leber şaleket derbêne şimşaleket
Le sêberî ew dare birwane ew cobare

Be sozî cergî biryan bilwêrit bêne giryan
Baxey* em dilem çend tenge paraw ke bew ahenge
Ahengî becêhêşin nexmey koç û royştin
Belkû* be nezmî heyran firmêskim bêne seyran

Mamey* şwanî derbeder kurdî ferencî leber
Xunçey dilim bê awe hanam bo to hênawe
Ne xurey awî kanî ne bax û nexmekanî
Ne dîmenî beharan ne balindey kosaran
Mawêke mestim naken parawî hestim naken
Diltengim zor xemînim peşêwî koçî jînim
Honrawey qetar: goran
Honrawey beste: şerîf husên penahî
*: le honrawey şa’îranda "mame", "baxî" û "bakû" hatuwe.