Eman! mirdim ’îlacê, sa le rêy peyambera çarê
Wîsale* ya qetle* ya teskîn le her sê bom biken karê
Weha sûtawim eslen tabî firyadim nema sa dey
Refîqan nîwesûtin, êwe sa dey*, ’erze hawarê
Eman! mirdim ’îlacê
Le kuncî sîne dengî ay û oy dil dê be mehzûnî
Wêran bê, nemdî satê lêy neye naley birîndarê
Eman! mirdim ’îlacê
Le jêr barî xema wa şanî sebirim rêşe êstake
Fîraqî yar leber axirşerî lêm bû be serbarê