Bahjat Yahya

Eman Mirdim

By: Bahjat Yahya
Dialect: Sorani
39
Eman! mirdim ’îlacê, sa le rêy peyambera çarê
Wîsale* ya qetle* ya teskîn le her sê bom biken karê

Weha sûtawim eslen tabî firyadim nema sa dey
Refîqan nîwesûtin, êwe sa dey*, ’erze hawarê
Eman! mirdim ’îlacê

Le kuncî sîne dengî ay û oy dil dê be mehzûnî
Wêran bê, nemdî satê lêy neye naley birîndarê
Eman! mirdim ’îlacê

Le jêr barî xema wa şanî sebirim rêşe êstake
Fîraqî yar leber axirşerî lêm bû be serbarê
Honrawe: kurdî
*: le honrawey şa’îrda "wîsal", "qetil" û "namerd" hatuwe.