Tahîr Tofîq

Qetarî Ta Be Key Be Qurban Û Bestey Denwê Denwê - Bê Mosîqa

Bi dengê: Tahîr Tofîq
Diyalekt: Soranî
84
Ta be key qurban binalim wa* be êş û derdewe?
Deste’ejno qurbeser, daym be ahî serdewe
Rojî ewel bû ke zanîm min debê dêwane bim
Aşqî to, new’î mecnûn, wa be kêw û herdewe
Merhemet ke zû biro qasîd bilê derdî dilim
Nazî papoçit dekêşim min be toz û gerdewe
Min ke sergerdanî* bala û boseçînî kulmetim
Çî dekem îtir* le seyrî bax û bînî werdewe*
Her wekû qews û qezeh ba des le gerdin danîşîn
To be suxmey al û sewz û ax min be rengî zerdewe
Wey min be rengî zerdewe
Yek nefes çakî nehanî ke’beteynî bextekem
Şeş derim gîrawe meşxulim* be destî nerdewe
Îltîmasî tahîrî bêçare qed sûdî nîye
To ke daym şerfiroşî bem* diley wek berdewe

Denwê denwê ke denwê delêy bûke
Denwê denwê denwê ke denwê delêy bûke
Leber daykî nawêrim ’eyare xewî sûke
Leber daykî nawêrim ew kiçe xewî sûke
Le gome kulê naka lêy deçû bo rûbarê
qulpî mencelî helxist degel şorebîy gwarê
Denwê denwê denwê ke denwê delêy bûke
Denwê denwê denwê ke denwê xewî nayê
Kulmekey çende cwane gerdin kewî میناێی
Kulmekey gelê cwane kulmekanî mînayê
Honrawey qetar: tahîr begî caf
*: le honrawey şa’îrda "min", "çî dekem axir le seyrî bax û bey, bem derdewe", "damawim" û "bew" hatuwe.