Mihemed Mamlê

Were Ba Aşt Bînewe 1

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
393
Hawar hawar yaran berin hawarim
Destî şikawim le min torawe yarim
Ewsal bom naye sed car xozge be parim
Were ba aşt bînewe kulî dilekem
Her toy gulekem, toy awatekem
Ne cêjnem wekû giyane cêjnedarane
Ne dostim wekû giyane dostî carane
Min lêre mawim hawar yar le şarane
Were ba aşt bînewe kulî dilekem
Her toy gulekem, bê to helnakem
Ke yar bêmeyle min me’lûme halim
Lewem reştir nedîwe rojî talim
Satê nasrewê bo yar ew diley zalim
Were ba aşt bînewe kulî dilekem
Her toy gulekem, bê to helnakem
Reşe bextim wêney xalî cwanan
Leser çî yarî min degrê behanan
Dilim û dînim leser lêwalê danan
Were ba aşt bînewe kulî dilekem
Her toy gulekem, bê to helnakem
Yarim reş esmere le min torawe
Nazanim leser çî dilî êşawe
Namey bo denêrim bedem sewdawe
Were ba aşt bînewe kulî dilekem
Her toy gulekem, bê to helnakem
Destewejno danîştûm le swêy yarê
Bay şemal le kwêye berê hawarê
Gerçî ah û nalem lêy naka karê
Were ba aşt bînewe kulî dilekem
Her toy gulekem, bê to helnakem