
Hawar hawar yaran berin hawarim
Destî şikawim le min torawe yarim
Ewsal bom naye xozgem sed car be parim
Were ba aşt bînewe kulî dilekem
Her toy gulekem bê to helnakem
Ne cêjnem wekû gyane cêjnedarane
Ne dostim wekû yaran dostî carane
Min lêre mawim gyane yar le şarane
Were ba aşt bînewe kulî dilekem
Her toy gulekem bê to helnakem
Reşe bextim her wek xalî cwanan
Leser çî yarî min degrê behanan
Dil û dînim leser lêw’alê danan
Were ba aşt bînewe kulî dilekem
Her toy gulekem bê to helnakem
Ke yar bê meyl bê gyane me’lûme halim
Lewey reştir gyane nedîwin talim
Satêk nasrewê bê to ew dilî zalim
Were ba aşt bînewe kulî dilekem
Her toy gulekem bê to helnakem
Xemzedey zulfim be xemzey çawî heyranim deka
Besteyî dawim xedengî tîrebaranim deka
’aşiqî zarim leser hîç ew nîgare demkujê
Tîflî nadanim leser maçê le giryanim deka
Da’yey awêne dînî kufre nek ruhmêkî bê
Heqyetî bew çawe kalane ke talanim deka
Yarî min hergîz le qetlî ’aşiqî perway nîye
Çunke rûmet şem’e boye hez be sûtanim deka
Aw le çawanim leber zulf û ’îzarit dêne xwar
Dûkelî ew mecmere herdem le giryanim deka
Min delêm: yaqût û reyhan xettî kamyan xoştire?
Ew be ’eyyarî îşarey le’lî xendanim deka
Rû le ebroy tom deka çawit be mujganî keçî
Qîble nîşanim deda, kafir musulmanim deka!
Pêm delê: bigrî wefayî ger esîrî lêwmî
Ye’nî mirwarîm dewê, çî nirxî mercanim deka?!
Yarim reş esmere le min torawe
Nazanim leser çî dilî êşawe
Namey bo denêrim bedem şewbawe
Were ba aşt bînewe kulî dilekem
Her toy gulekem bê to helnakem
Destew’ejno danîştûm le swêy yarê
Bay şemal le kwêye berê hawarê
Gerçî ah û nalem lêy naka karê
Were ba aşt bînewe kulî dilekem
Her toy gulekem bê to helnakem