Xozge bew roje ke lew menzile wêrane derom
Wekû mel lew qefez û dane berew lane derom
Gerçî lew rêye dezanim ke xerîb nabelede
Min be bonî serî ew zulfe perêşane derom
Wekû ba bew leşî bîmar û dilî bêtaqet
Be heway qametî ew serwî xeramane derom
Dil le zîndanî sikender wereze, rizgar bim
Takû ew cêye kewa milkî suleymane derom
Ewî sûkbare xemî halî granbarî nîye
Min behoy hîmmetî pîrane mirîdane derom
Ger beser wek qelemê, rêge birom bo lay ew
Bew birînî dil û bew dîdeyî giryane derom
Şerte kirdûme eger lew xeme derçim rojê
Be şê’ri xwêndinewe ta derî meyxane derom
Beheway çawî be rexsîn û sema wek zerre
Takû serçaweyî ew xore direxşane derom
Ger wekû hafizî lew deşte neşê rê derkem
Legel ew bar û biney asefî dewrane derom