Xozge bew roje ke lew menzile wêrane deromWekû mel lew qefez û dane berew lane deromGerçî lew rêye dezanim ke xerîb nabeledeMin be bonî serî ew zulfe perêşane deromWekû ba bew leşî bîmar û dilî bêtaqetBe heway qametî ew serwî xeramane deromDil le zîndanî sikender wereze, rizgar bimTakû ew cêye kewa milkî suleymane deromEwî sûkbare xemî halî granbarî nîyeMin behoy hîmmetî pîrane mirîdane deromGer beser wek qelemê, rêge birom bo lay ewBew birînî dil û bew dîdeyî giryane deromŞerte kirdûme eger lew xeme derçim rojêBe şê’ri xwêndinewe ta derî meyxane deromBeheway çawî be rexsîn û sema wek zerreTakû serçaweyî ew xore direxşane deromGer wekû hafizî lew deşte neşê rê derkemLegel ew bar û biney asefî dewrane derom