Mihemed Mamlê

Meken MenîAşqan

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
408
Gelê derdan ser lêdan, satêk nagirim qerarê
Şew û rojê nasebrim, leber xemî deyarê
Dilê min çend mehzûne, esrînim dêne xwarê
Meger bewey sakîn bêt, be rengî debeharê

Beharim çende xoşe, mizgênî bêt hat behar
Hatin teyrî derengîn, cutbecut bûn be qetar
Kewtin le dem derawan, lewanim dît set hezar
Ew beharey wa rengîn, lêm buwe be bazar û şar

Xemî le dilî min zorin, ba biçin degel zistanê
Hewrî dereş dexroşin, degrin berî asmanê
Leber gurey şemalî û le rêjney debaranê
Kwêstan mawin detemê, hewel mangî nîsanê
Rebî xuda şadman key, be dû çawî deciwanê

Meken men’î aşqan, îşq karî dijware
Herkes îşqî le dil bê, bêsebir û bêqerare
Dayme leber hîcranê, reng zerd û lêw bebare
Le îşqê da sûtawim, xemim le çwarkenare
Mizgênî bêt le yaran, delên ewro behare