
Gelê derdan ser lêdan, satêk nagirim qerarê
Şew û rojê nasebirim, leber xemî deyarê
Dilê min çend mehzûne, esrînim dêne xwarê
Meger bewey sakîn bêt, be rengî debeharê
Beharim çende xoşe, mizgênî bêt hat behar
Hatin teyrî derengîn, cûtbecût bûn be qetar
Kewtin le dem derawan, lewanim dît set hezar
Ew beharey wa rengîn, lêm buwe be bazar û şar
Xemî le dilî min zorin, ba biçin degel zistanê
Hewrî dereş dexroşin, degirin berî asmanê
Leber gurey şemalî û le rêjney debaranê
Kwêstan mawin detemê, hewel mangî nîsanê
Rebbî xuda şadman key, be dû çawî decwanê
Meken men’î ’aşiqan, ’îşq karî dijware
Herkes ’îşqî le dil bê, bêsebir û bêqerare
Dayme leber hîcranê, rengizerd û lêw bebare
Le ’îşqêda sûtawim, xemim le çwar kenare
Mizgênî bê le yaran, delên ewro behare