Min çîm ewîst le nîştimanCige lewey ke nanêk ûKe kuncêkî dilnyayî ûGîrfanêkî be hurmet ûMiştê hetawî aram ûBaranêkî xoşewîstyî ûPencereyekî kirawey ser azadî ûeşqim batêMin çîm dewîst lewe ziyatir ûNeydamêBoye îtir nîweşewêDerwazekeym şikand ûÇûme derê be êcgarî çûme derêÊwareye û le ser cadeySeholeke rawestawimNîştimanî kon xerîke dabçêt û awa bibêTozêkî tir nîştîmane tazekey xom rozana heldê û pêkeweWek dû pirsiyarî nêr û mêTazew û tînûKelegetir le diruşm û le minare ûÇun bay bêbak le dîwar ûLe cugrafyayî heram ûDîrokî tirs herdû be cûtQol le qolî yektirîdaGul be dem û hetaw le çawSerberewjûr ebîneweBo ew baxçeyey eşq û xewneyNe zerd ebê û ne pîr ebê ûNe eyjimirê