Changiz Sigarchi

Xoşim Dewêy

By: Changiz Sigarchi
Dialect: Sorani
331
Xatûnekem!
Bîstûte asman çend dûre?
Min barteqay dûrîy asman xoşim dewêy!
Bîstûte derya çend qûle?
Beqed qûlîy gişt deryakan xoşim dewêy!

Gyanekem to nûsrawêkî
Dêrit beqed talî perçem
Min çwar sale detxiwênmewe
Çend balî bîrim lêk dedem
Ne têr debim,
Ne têt degem!

Zor detirsim lenaw dêrî şî’rekanma şar bitnasê
Kamîrey çawî mergewer
Wênet bigrê û helîwasê
Zor detirsim ger bitnasin
Pencekanim helwerênin
Şabsikî toş bisûtênin!

Belam
Belam hêşta min derbest nîm
Herçîm dîwe
Herçîm bo çawit nûsîwe
Nayşarmewe
Ta çok bida le derûnta dêwî guman
Ta gewre û biçûk bizanin
Xoşim dewêy
Xoşim dewêy sed barteqay dûrîy asman!
Xoşim dewêy sed barteqay dûrîy asman!

Honrawe: Peşêw