Changiz Sigarchi

Çawerêy Mujde

By: Changiz Sigarchi
Dialect: Sorani
325
Çawerêy mujdey nesîmim ta le gulşen dêtewe
Belke fermayş bika gul, bulbulim ba bêtewe
Mîrwehey zulifit le dewrî awrî rût bê, çilon
Agirî ’îşqit be awî çawî min dekûjêtewe?
Suçî zulifit bû ke perwaney dilim rûy kirde rût
Agirî weslî şem û perwane şew dekrêtewe
Dil le tirsî çawî bû rûy kirde mêhrabî biroy
Êste bîstûme le çînî zulf cêy nabêtewe
Kêwî hîcirit xiste ser şan û dilim pêy xistuwe
Ta nega destî be zulifit zehmete hestêtewe
Sed keret xistimte gêj û mehlekey behrî fîraq
Axrî qullabî mujganit derim dênêtewe
Dil ewa kewtote zîndanî xemit qurbantim
Tayekî zulifit binêre belke bom derbêtewe
To xuda takey le tarîkî şewî hîcranî to
Destew’ejno dabnîşim, rebbî key roj bêtewe
Bê îşarey hîkmetul’eynî şîfat nayê şîfam
Xot ezanî zamî dûrî sexte xoş nabêtewe
Fikirî min çunke deqîqî ’aşiqî qeddî ewe
Mû le mû gîrawe çibkem lêk cwê nabêtewe

Honrawe: herîq