
Şehîd
Şehîd ey asewarî fexrî dewran
Helo tîjbalekey pêşengî hewran
Şehîd ey kotrî xwênînperî hoz
Bilêsey agirî sûr’alî newroz
Egerçî xêwî şer, xwawendî talan
Be xwênit sûrî kird deştî helalan
Eto ey berzefir ta roxî hestan
Deroy, nabîte dîlî befir û zistan
Hetawêkî be germîy xakelêwe
Le samit sil deken befir û kirêwe
Eto nermî be wêney awî baran
Delerzênî dilî berdî binaran
Eto şînî wekû awî şetawan
Berî to nagrê zincîr û pawan
Çiray rûnî dekey deycûrî asom
Wekû agir, wekû asin, wekû mom
Eto bo rojî hestan wek bira bûy
Eto balî firînî çwarçira bûy
Le to fêr bûme waney fîkir û rawêj
Le wirşey çawî to sûr bû gelawêj
Wiret bo kanî û gaşeberdan
Henaset bo gerûy pirzamî herdan
Wekû bilwêrî şwanê xemrewêne
Wizey bizwênerî geryanî xwêne
Le sozit naxî min pir bû le awaz
Çirîkem daye ber pêdeşt û hewraz
Sipêdey berbeyan ala le destim
Leber sêdarekey to radewestim
Dexwênim bot hemasey şî’rî rabûn
Dexom swêndî be rêget bawefabûn
Dexom swêndê be xwênî xakelêwem
Ke ta mawim le ser rêbazî êwem