[’aşiqan dên] le dûr dyarin
Rengyan zerdin ey hawar lêw bebarin
Men’yan meken saheb yarin
Be derdî dil ey hawar giriftarin
Aman duktor ’emirim çawim duktor derdim çare ke
Binûse bo lay qazî bilê ew kiçe mare ke
Ax mirdim ew gule mare ke
[cûtê] saqî gware zêrn mey le meyxanan degêrn
’aşiq le dîn werdegêrn karmamzî deştî bajêrn
Aman duktor ’emirim çawim duktor derdim çare ke
Binûse bo lay qazî bilê ew kiçe mare ke
Min mirdim ew gule mare ke
Eman eman ey aman... ey hawar
Ey na’umêdî dil na’umêdî ey na’umêdî
Ey renceroyî û dil na’umêdî
Bedbextî wek min yaran sa kê dî
Eman eman îrsî mecnûne hênawmete dî
Nekeroz geram wadî be wadî
Cê rawegey kurdî ’êlî muradî
Her le nekeroz ta derbendîxan
Ew nawe yekser şêwawe û wêran
Ew nawe yekser şêwawe û wêran
Bayequş
Kundebû têda bestibû hêlan
Ew nawe yekser wêran wêrane
Kundebû têda bestibû hêlane
Pirsîm kundebû biray hawderdim
Le cîhan bêzar hemrazî derdim
Xizme le min peyda bû ey şûm ey şûme
Pirsîm boç wêran bû ey merz û bûme
Bayequş day cwabim be qulpey giryan
Emnîş derûnim boy bû be biryan
Witî emsal beharim ke bê barane
Gulaley sûrim xwênî yarane
Le her çwar lawe şayye berîze xenebendanme
Lal bim çun şînî azîze
Eman eman aman... ey le min ax
Hemû cum’e paş selaye
Dû şit xoşin ey wey wey lem dunyaye
Îman û çawî leylaye
Çîdî be min ca min çî bikem bekar naye
Aman duktor ’emirim çawim duktor derdim çare ke
Binûse bo lay qazî bilê ew kiçe mare ke
Ax mirdim ew gule mare ke